Liv û tevgera zarok: Guhertinên di derbarê xwe bi xwe de
Ciwan werê hîs dikin ku ew dikarin ji adetê wêdetir hesas û nenormal werin dîtin.
Bertekên dê û bav
- Alîkariya ciwan (an) bikin ku bikaribin fêm bikin ev hest asayî ne.
- Têkilî û pêwendiyên bi malbatê û bi heval û hogiran re teşwîq bikin, da ku ji bo heyama piştî kerasetê, alîkariya pêwîst bê peydakirin.
Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?
- „Min jî wisa -weke te- hîs dikir. Ez ditirsiyam û ez neçar bûm. Eger kerasetek biqewime, herçi ji derve xuya neke jî, pirayiya mirovan xwe werê hîs dikin.“
- „Telefona min ya mobîl dîsa dixebite, çima tu ji <hevalê/hevala> xwe re telefon nakî, bê gelo ew çewa ye?‘‘
- „Gelek spas ku te bi xwişka xwe ye biçûk re lîst. Ew niha pir baştir e.“
Liv û tevgera zarok: Liv û tevgerên birîsk (xeter)
Bikaranîna alkol û medeyên Hişber, liv û tevgerên ji belayê re misaîd.
Bertekên dê û bav
- Alîkarî bikin û bi ciwanan bidin fêmkirin, ku jiber tiştekî xirab qewimiye, liv û tevgerên weha û bi van awa û şêweyan diyarkirina hestan, xeter in.
- Gihaştina alkol û madeyên Hişber, bisînor bikin.
- ji ciwan tika bikin, ku ji we re bibêje, bê ew dixwaze biçe ku û li wê, ew dê çi bike. Lê divê kontirola piştî heyama kerasetê demkî be.
Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?
- „Gelek ciwan -û hinek mezin- piştî keraseteke weha bêkontirol û bihêrs tev digerin. Ew werê bawer dikin, ku dê alkol û madeyên hişbir bi awayekî alîkariya wan bikin. Ev yek asayî ye ku mirov xwe wisa hîs bike -lê ne hizreke baş e- ku werê tev digerin.“
- „Di vê heyamê de, ew dê baş be, ku ez bizanibim tu li ku yî û ez dê çewa bikaribim xwe bighînime te.“ Bi ciwan bidine bawerkirin, ku ev kontirol ji bo demeke kurt e û heta ku her tişt dîsa li cîhê xwe rûnê, ye.
Liv û tevgera zarok: Di têkiliyên însanî de, guhertinên ji nişka ve
Ciwan dikarin pişta xwe bidin dê û bavên xwe, malbata xwe û heta heval û hogirên xwe. Ew dikarin di rewşa krîzê de, bi şêlên dê û bavan, tevbigerin.
Bertekên dê û bav
- Jê re berbiçav bikin ku ev tiştekî asayî ye, ku keraseteke weha ji malbatê û hevaltiyê re bibe bar.
- Ku di nava malbatê de bertekên cuda ji sebebê kerasetê hebin, xweşbîniyê teşwîq û zêde bikin.
- (Tenê) Berpirsiyarê hestên xwe bin.
Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?
- Ji bo hûn di nava malbatê de li serê biaxivin û bizanibin, bê yeko yeko endamên malbatê çewa ne, zêde wext veqetînin. Bibêjin:‘‘ Ev rastiyeke ku em pite pitê li hev dikin. Piştî hemû tiştên hatin serê me, ev bi temamî asayî ye. Ez dihizirim, ku em qenc di bin vê giraniyê de radibin. Baş e ku em tev ê hev in û bi hev re ne.
- Hûn dikarin bibêjin:‘‘ Ez qedir didim te, dema ku birayê te şeva bohirî qêrîn kir, tu weha bêdeng mayî. Ez dizanim ku wî te şiyar kir.‘‘
- „Ez lêborîna xwe dixwazim, ku ez doh li himberî te, weha bihêrs bûm. Ez dê hewl bidim, ku ji niha pê ve aramtir bim.