jugendliche.jpg

Şîretên ji bo dê û bavan, bê hûn ê piştî bûyereke trawmatîk, çewa bikaribin alîkariya ciwanan bikin.

Liv û tevgera zarok: Liv û tevgera bi mesafe, şerm û hestên sûcdariyê

Bertekên dê û bav

  • Di rewşeke ewleh de, bi ciwan re li ser bûyera trawmatîk û hestên wê/wî biaxivin.
  • Destnîşan bikin ku hestên wisa asayî ne. Pê bidin fêmkirin ku hestên ji adetê wêdetir yên derbarê berpirsiyarî û sûcdariya wê/wî, nerast in. Bi bergeheke rast pê bidin fêmkirin, bê di rastiyê de çi dikaribû bihata kirin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Gelek ciwan -û mezin- xwe weke te hîs dikin. Ew qehrok in, hêrsok in û xwe sûcdar dibînin, ku çima wan nikaribû tiştekî bike. Ti sûcê te nîne.“

Liv û tevgera zarok: Guhertinên di derbarê xwe bi xwe de

Ciwan werê hîs dikin ku ew dikarin ji adetê wêdetir hesas û nenormal werin dîtin.

Bertekên dê û bav

  • Alîkariya ciwan (an) bikin ku bikaribin fêm bikin ev hest asayî ne.
  • Têkilî û pêwendiyên bi malbatê û bi heval û hogiran re teşwîq bikin, da ku ji bo heyama piştî kerasetê, alîkariya pêwîst bê peydakirin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Min jî wisa -weke te- hîs dikir. Ez ditirsiyam û ez neçar bûm. Eger kerasetek biqewime, herçi ji derve xuya neke jî, pirayiya mirovan xwe werê hîs dikin.“
  • „Telefona min ya mobîl dîsa dixebite, çima tu ji <hevalê/hevala> xwe re telefon nakî, bê gelo ew çewa ye?‘‘
  • „Gelek spas ku te bi xwişka xwe ye biçûk re lîst. Ew niha pir baştir e.“

Liv û tevgera zarok: Liv û tevgerên birîsk (xeter)

Bikaranîna alkol û medeyên Hişber, liv û tevgerên ji belayê re misaîd.

Bertekên dê û bav

  • Alîkarî bikin û bi ciwanan bidin fêmkirin, ku jiber tiştekî xirab qewimiye, liv û tevgerên weha û bi van awa û şêweyan diyarkirina hestan, xeter in.
  • Gihaştina alkol û madeyên Hişber, bisînor bikin.
  • ji ciwan tika bikin, ku ji we re bibêje, bê ew dixwaze biçe ku û li wê, ew dê çi bike. Lê divê kontirola piştî heyama kerasetê demkî be.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Gelek ciwan -û hinek mezin- piştî keraseteke weha bêkontirol û bihêrs tev digerin. Ew werê bawer dikin, ku dê alkol û madeyên hişbir bi awayekî alîkariya wan bikin. Ev yek asayî ye ku mirov xwe wisa hîs bike -lê ne hizreke baş e- ku werê tev digerin.“
  • „Di vê heyamê de, ew dê baş be, ku ez bizanibim tu li ku yî û ez dê çewa bikaribim xwe bighînime te.“ Bi ciwan bidine bawerkirin, ku ev kontirol ji bo demeke kurt e û heta ku her tişt dîsa li cîhê xwe rûnê, ye.

Liv û tevgera zarok: Tirsa dubarebûna bûyerê û giranbûna bîranînan

Bertekên dê û bav

  • Alîkariya ciwan bikin ku bikaribe, rewşên bûyera trawmatîk bibîra wê/wî tîne, nas bike. (Weke mînak: mirov, cîh, deng,bêhn, hest, danên rojê). Ferqên di navbera kerasetê û bîranîna piştî wê û bi wê girêdayî, berbiçav bikin.
  • Pê bidin fêmkirin ku di medyayê de, nûçeyên derbarê bûyera trawmatîk de, dikarin bibin sebebê, tirsa dubarebûna kerasetê.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Eger bi awayekî keraset bi bîra te bê, tu dikarî ji xwe re bibêjî:‘ Ez niha jiber keraset hate bîra min xemgîn im, lê niha tiştekî dinê ye û ez di nava ewlehiyê de me.‘‘
  • Van tiştan pêşniyar bikin: „Temaşekirina nûçeyan, jiber hema hertim heman wêneyan nîşan didin, dikare rewşê girantir bike. Ma em şopandina Înternetê ranewestînin?‘

Liv û tevgera zarok: Di têkiliyên însanî de, guhertinên ji nişka ve

Ciwan dikarin pişta xwe bidin dê û bavên xwe, malbata xwe û heta heval û hogirên xwe. Ew dikarin di rewşa krîzê de, bi şêlên dê û bavan, tevbigerin.

Bertekên dê û bav

  • Jê re berbiçav bikin ku ev tiştekî asayî ye, ku keraseteke weha ji malbatê û hevaltiyê re bibe bar.
  • Ku di nava malbatê de bertekên cuda ji sebebê kerasetê hebin, xweşbîniyê teşwîq û zêde bikin.
  • (Tenê) Berpirsiyarê hestên xwe bin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Ji bo hûn di nava malbatê de li serê biaxivin û bizanibin, bê yeko yeko endamên malbatê çewa ne, zêde wext veqetînin. Bibêjin:‘‘ Ev rastiyeke ku em pite pitê li hev dikin. Piştî hemû tiştên hatin serê me, ev bi temamî asayî ye. Ez dihizirim, ku em qenc di bin vê giraniyê de radibin. Baş e ku em tev ê hev in û bi hev re ne.
  • Hûn dikarin bibêjin:‘‘ Ez qedir didim te, dema ku birayê te şeva bohirî qêrîn kir, tu weha bêdeng mayî. Ez dizanim ku wî te şiyar kir.‘‘
  • „Ez lêborîna xwe dixwazim, ku ez doh li himberî te, weha bihêrs bûm. Ez dê hewl bidim, ku ji niha pê ve aramtir bim.

Liv û tevgera zarok: Di mîhengê de guhertinên radîkal (hişk)

Bertekên dê û bav

  • Destnîşan û berbiçav bikin, ku piştî keraseteke weha tê serê mirov , pirê caran ew diguherin. Bibêjin ku ev yek biwext dîsa asayî dibe.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Em tev di bin barekî giran de ne. Eger jiyan bi vî awayî bê rawestandin, mirov xwe bitirs, bihêrs, biqehr- herweha bi hestê tolhildanê- dibînin. Dibe ku wisa xuya nake, lê em hemû dê xwe baştir hîs bikin, eger em vegerin jiyaneke bi rêk û pêk.“

Liv û tevgera zarok: Metirsiya ji bo goriyên din û malbatê

Bertekên dê û bav

  • Jiber dixwaze alîkariya kesên dinê bike, piştgiriya zaroka/zarokê xwe bikin. Lê divê ew xwe weke mezinekî hîs neke ku ew berpirsiyarê hin tişta ye.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Alîkariya ciwan bikin ku ew projeyên guncav û girîng bibînin. (Weke mînak ew here tiştan bikire).

Têkelî

Hûn bi xêr hatin ku hûn bi karanîna pêwendiya jêrîn ji me re peyamek bişînin:

Bundespsychotherapeutenkammer (BPtK)

Klosterstraße 64, 10179 Berlin

E-Mail: info@bptk.de

Tel.: 030 278785-0

Fax: 030 278785-44