kleinkind.jpg

Şîretên ji bo dê û bavan, hûn dê çewa bikaribin piştî bûyerên trawmatîk alîkariya zarokên biçûk bikin

Eger zaroka/zarokê we nikaribe razê (binivise), naxwaze biçe nava nivînan, naxwaze bi tenê razê, an jî bi şev bi qêrîn ji xewê şiyar dibe.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Eger zarok bi tirs bin, dil dikin li gel mirovên alîkariya wan dikin, bin, da ku xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Ew dema ne bi wan kesan re bin, ne aram in.
  • Eger di dema bûyera trawmatîk de, hûn û zaroka/zarokê xwe ji hev veqetiya bin, dibe ku dema zarok diçe nava nivînan, vê veqetandinê bibîra xwe bîne.
  • Jiber ku em bi tiştên dinê re mijûl in, dema xewê ew dem e ku bîranîn jî bihêz dibin. Zarok gelek caran tiştên ji wan ditirsin, di xewna xwe de dibînin û ji vê sebebê naxwazin biçin xew bikin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Eger hûn jî bixwazin, bihêlin ku zaroka/zarokê we li gel we razê. Lê jê re bibêjin ku ev yek ne asayî ye (ne ji adetê ye).
  • Bira dema çûna xewê kifş û misoger be: Çîrokek, diayek, dema himbêzkirinê, mizdanê, diyar be. Vê rûtînê bi zarok bidin fêmkirin, da ku bizanibe, her roj çi li pêşiya wê/wî ye.
  • Destê xwe bidin zaroka/zarokê xwe û bibêjin: Ku ew di ewlehiyê de ye, ku hûn li balê ne û ku hûn dê dev jê bernedin. Xweşbîn bin û bizanibin ku ew bizanebûn dijwariyê dernaxe. Eger zarok xwe di nava ewlehiyê de hîs bike, ew dê baştir xew bike. Lê ji bo vê yekê wext pêwîst e.

Eger zaroka/zarokê we ditirse ku tiştekî xirab dikare were serê we. (Mimkun e ku heman tirs û metirsiyên we jî hene.)

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Piştî mirov di nava rewşeke talûke de mabe, asayî ye ku tirs û metirsiyên wisa hebin.
  • Ev tirs û metirsî dikarin li gel zarokên di dema bûyera trawmatîk de ji hezkiriyên xwe veqetiya be, bihêztir bin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Bibîra xwe û bîra zaroka/zarokê xwe bînin ku hûn niha di nava ewlehiyê de ne.
  • Eger hûn ne ewle bin, ji zaroka/zarokê xwe re bibêjin bê hûn ji bo bighêjin ewlehiyê, çi dikin.
  • Ji xwe re planekê çêkin, ku tiştek were serê we, kî dê bi zarok re mijûl bibe. Ev dê ji bo aramiyê alîkariya we bike.
  • Bi zaroka/zarokê xwe re tiştên xweş û qenc bikin. Zarok bi wan dikare metirsiyên xwe jibîr bike.

Eger dema hûn diçin serşokê jî zaroka/zarokê we digrî.

Eger zaroka/zarokê we bi ti awayî tehamilî veqetandinke ji we nake.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Zarokên ku hêj nikarin biaxivin an jî bibêjin, bê çi hîs dikin, tirsa xwe bi girî, xwe bi we ve zeliqandinê-lûsandinê-, didin der.
  • Ji hev dûrbûn, dikare ji hev dûrbûn û ji hev veqetandina di dema bûyera trawmatîk de bîne bîra zaroka/zarokê we.
  • Wextê hûn ji zaroka/zarokê xwe bidûr dikevin, bertek di laşê wî de jî xuya dikin (zikê / wê/wî diêşe, dilê wê/wî zû lê dide). Di dilê xwe de dibêje: ‚‘ Na ! Nabe ku ez we wenda bikim!“
  • Zaroka/zarokê we hewl nade we manîpule (bixapîne) û kontrol bike.Ew bi tirs e.
  • Ew dikare ji bidûrveketina kesên dinê (ne ya we bi tenê) jî bikeve nava tirsê. Bi giştî ji veqetandinê ditirse.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Li gel zaroka/zarokê xwe bimînin û ji destê we bê, jê veneqetin.
  • Ji bo veqetandinên demkurt (ji bo serşûştin, kirîna tiştên pêwîst), bi zarok re biaxivin, hestên wê/wî binav bikin, jê re bibêjin ku hûn jê hez dikin û ku ev ji hev dûrbûn tiştekî dinê ye û hûn dê di demeke kurt de dîsa li ba wê/wî bin. Jê re bibêjin:“ Jiber te nedizanî wê carê ez li ku bûm, te naxwazî ku ez niha jî biçim.Tu weha tirsiyayî. Vê carê tiştekî dinê ye û ez ê di demeke kurt de paş ve bizîvirim.“
  • Dema hûn dê demeke dirêj ji zaroka/zarokê xwe bidûr kevin, wî deynin ba keseke/kesekî nas. Jê re bibêjin: hûn derin ku, çima hûn derin û hûn dê kengî vegerin. Bihêlin zarok bizanibe ku hûn pê difikirin. Wêneyekî xwe an tiştekî xwe li balê bihêlin û eger mimkun be, piştî çûnê bi telefonê lê bigerin. Ku hûn vegeriyan, jê re bibêjin ku we bêriya wî kiriye, ku hûn pê fikirîne, ku vaye hûn vegeriyane. Vê yekê her carê bikin û bibêjin.

Eger arîşeyên zaroka we yên xwarinê hene; zêde xwarin dixwe, an xwarinê naxwe.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Bêntengî (stres) bandorên cihê cihê li zaroka/zarokê we dike, heta dikare dil neçe xwarinê.
  • Girîng e (muhîm) ku zaroka/zarokê we baş û bi sihet bixwe. Lêbelê ku her çavên we li xwarina wê/wî bin, ev yek dikare bibe sebebê bêntengiyê û têkiliyên we xirab bike.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Her aram bin.Bêntengiya zarok çendî kêm bibe, îhtimal e ku zarok dîsa weke adetê bixwe. Bi zorê xwarinê nedin zaroka/zarokê xwe.
  • Xwarinê tevî zarok, bi hev re bixwin. Bikin ku xwarin di rewşeke aram û dostaniyê de bê xwarin.
  • Xwarinên ne zêde û bi sihet amade bikin. Zarokên biçûk bêtir û di navbera danê xwarinan de jî dixwin.
  • Eger hûn bi fikar bin, an jî zaroka/zarokê we kîloyeke zêde wenda bike, serî li doktorekî zarokan bidin.

Eger zaroka we tiştên berê dikaribû bike, nema dikare bike. (Weke ku nikaribe lazimoka tiwaletê tenê bikarbîne)

Eger zaroka/zarokê we Nikarbe weke divê, biaxive.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Eger zarokên biçûk tirsonekî û di bin barekî de bin, gelekê caran ji bo demekê zanîn û kiryarên berê dikaribûn, jibîr dikin.
  • Zarok bi vê yekê ji me re diyar dikin ku her tiştên wan ne bi rêk û pêk in û pêdiviya wan bi alîkariya me heye.
  • Zaroka/zarokê we dikare gêj bibe, şer bike ku çima ji nişka ve, tiştên berê fêrbûbe, nema dikare bike. (Weke mînak ku bi şev di nava nivînan de bike). Divê dê û bav xweşbîn û alîkar bin.
  • Zaroka/zarokê we van tiştan bizanebûn nake.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Ji rexneyê dûr bin. Zaroka/zarokê we dê hê bêtir bitirse ku ew dê qet fêr nebe, bê ew divê çewa tev bigere.
  • Tiştan li ser zarok ferz mekin. Ev yek tenê dibe sebebê aloziyê.
  • Li tiştên ku zaroka/zarokê we nikare, nenêrin. (Weke ku çima nikare lazimiya ji bo tiwaletê bikarbîne). Alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin ku fêm bike; tê qebûlkirin, jê tê hezkirin û pê re alîkarî tê kirin.
  • Ku zaroka/zarokê we xwe di ewlehiyê de bibîne, ew dê hûnerên xwe yên wendabûyî, dîsa bidest bixe.

Eger zaroka/zarokê we Tiştên bêperwa û bixeter werdigre ser xwe.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Dibe ku neyê fêmkirin, lê eger zarok xwe di nava ewlehiyê de hîs neke, tiştên bixeter dike.
  • Zarok bi vê helwesta xwe dide der ku pêwîstiya wê/wî bi we heye. Ew dil dike ku hûn nîşanî wê/wî bidin ku ew ji bo we girîng e, hûn pê ve mijûl bibin û ew di nava ewlehiyê de be.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Ji bo zaroka/zarokê we di nava ewlehiyê de be, çi pêwîst be, bicîh bînin. Eger zaroka/ zarokê we tiştên xeter dike, bi aramî bi ser zarok ve herin û eger minkun be, wan tiştên xeter ji dest derxin û careke din nedinê.
  • Ji zaroka/zarokê xwe re bibêjin ku tiştê ew niha dike, xeter e. Jê re bibêjin ku ew ji bo we girîng e û ku hûn naxwazin tiştek were serê wê/wî.
  • Liv û tevgerên dinê yên qenc ku dê zêdetir bala wê/wî bikşînin, nîşanî zaroka/zarokê xwe bidin.

Eger zaroka/zarokê we ji tiştên berê ji wan neditirsiya, ditirse.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Zarokên biçûk weha bawer dikin ku dê û bavên wan ji her tiştî û ji her kesî bihêztir in û ew dikarin wan ji her tiştekî biparêzin.
  • Ji sebebê bûyera trawmatîk ev bawerî dişkê. Dinya ji bo zarok dibe tehdîtkar.
  • Gelek tişt dikarin bûyera trawmatîk bibîra zaroka/zarokê we bînin. (Baran, hejandineke dumahîk, ambûlans, mirovên qîreqîr dikin,awireke we ya bitirs) Ev tişt hemû dikarin bibin sebebê tirsê.
  • Ev yek ne çewtiyek e, sebeb bûyera trawmatîk e.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Eger zaroka/zarokê we bitirs be, pê re biaxivin bê hûn dê çewa bikaribin ewlehiyê bidinê.
  • Eger bi awayekî bûyera trawmatîk hat bîra zaroka/zarokê we û tirsa dikare bûyer careke din biqewime pê re çêbû, pê bidin fêmkirin ku tiştê îro diqewime (weke qîreqîra însanan) ji tiştên dema bûyera trawamatîk, cihê ne.
  • Eger zaroka/zarokê we behsa cinawir û pîrebokan bike, alîkariya wî bikin û bi hev re bera cinawir û pîrebokan bidin.Bibêjin: ‚‘ Bicihehime cinawir, bicehime pîrebok, dev ji zaroka/zarokê min berdin! Ez dê cinawir û pîrebokê bitirsînim, ez dê tirsê bixim dilê wan û ew dê birevin:Heeeyt!“
  • Zaroka/zarokê we hêj biçûk e ku bikaribe bifikire, bê we, ew di dema bûyera trawmatîk de, çewa parazt, lêbelê divê bê bîra we, bê we çi tiştên qenc kirine.

Eger zaroka we aciz e, nikaribe bêdeng bisekine û bitebite, nikaribe baldar be.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Tirs mirov hêrsokî dike û bandorê li laşê mirov jî dike.
  • Eger metirsiyên wan hebin, carina mezin jî di cîhê xwe de natebitin. Zarokên biçûk jî nearam dibin, dibezin, xwe çeng dikin.
  • Eger serê me bi tiştên neyînî tijî be, zehmet e ku mirov bikaribe tiştên dinê bi baldarî bişopîne.
  • Hin zarok bi awayeke xwezayî ji zarokên dinê çalaktir in.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin, hewl bidin ku hûn hestê (tirs, hêrs) wê/wî fêm dikin. Baweriyê bidin wan ku ew di ewlehiyê de ne.
  • Alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin ku ew hêrsa xwe bi saya temrînên fizîkî bişkînin. (xwe dirêjkirin, bezîn werziş/spor û bêhndana hêdî)
  • Bi hev re rûnên û bi tiştekî ku hûn her du pê dilxweş bibin, mijûl bibin. (Weke mînak: xwendina pirtûkekê, lîstik, wêne çêkirin). Eger zaroka/zarokê we dev ji bezînê bernede jî, ev dê alîkariya wê/wî bike.
  • Eger zaroka/zarokê we ji xwe zarokek çalak be, vê yekê tiştekî erênî binirxînin. Bi enerjiya zaroka/zarokê xwe bifikirin û jê re çalakiyan peyda bikin, ku bi kêrî pêdiviyên wî werin.

Eger zaroka/zarokê we bi şêweyeke tund dileyize.

Eger zaroka/zarokê we her carê li ser bûyera trawmatîk û xerabiyên dîtine, diaxive.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Zarokên biçûk pirê cara hestên xwe bi lîstikê didin der. Dikare lîstika bi şêweyeke tund û lîstikên bişidet, şêweya wan ya gotinê be, bê ew tiştên dîtin, tiştên çewa kambax bûn, an jî bê di hundirê xwe de xwe çewa hîs dikin.
  • Dema zaroka/zarokê we derheq tiştên qewimîne, biaxive, mimkun e ku hestên zaroka/ zarokê we û yên we bi xwe jî xurt bibin. (Tirs, xemgînî an jî hêrs)

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Eger hûn dikarin debar bikin, dema behs dike li zaroka/zarokê xwe guhdarî bikin, dema dilîze lê temaşe bikin, bişopnîn.
  • Ku zarok bilîze, hestên wê/wî bişopînin û ji bo binavkirina hestan alîkariya wê/wî bikin. Ji bo alîkariyê li gel zaroka/zarokê xwe bin (wê/wî têxin himbêza xwe û wê/wî haş bikin).
  • Eger zaroka/zarokê we hêrs bûbe, naxive, têkçûyî be û ev yek her xwe dubare dike, alîkariya wê/wî bikin ku aram bibe, bêhna xwe derxe, xwe ewle hîs bike û li ser alîkariya pisporî bifikirin.

Eger zaroka/zarokê we niha pir fermanber, daxwazker û serdest e.

Eger zaroka/zarokê we eqsok e û her dixwaze her tişt li gor daxwaze wê/wî bin.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Zarokên biçûk yên di navbera 18 mehî û sê salî de, pir fermanber in.
  • Ev dikare mirov biwestîne, lê tiştekî asayî ye. Baş e zarok bizanibin ku ew girîng (muhîm) in û ew dikarin bandorê li tiştan bikin.
  • Eger zarok hîs nekin ku di nava ewlehiyê de ne, ew ji berê pirtir serdestiyê dikin. Ev şêweyeke derheqderketina tirsê ye. Zarok dixwazin bi vê yekê bibêjin: „Tiştên wisa kambax dibin ku divê ez jî hin tiştan kontrol bikim.“

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Bibîra xwe bînin, zaroka/zarokê we ne fermanber ne jî xirab bû. Lêbelê dibe ku niha jiber ku xwe ewle hîsa nake,we diwestîne.
  • Bihêlin kontrola zaroka/zarokê we li ser tiştê biçûk hebe. Rê bidin ku ew biryar bide, bê ew çi dixwe, çi li xwe dike an bi çi dilîze. Eger kontrola wî li ser hin tiştan hebe, ew dikare xwe baştir hîs bike. Li aliyekî vê bidin zaroka/zarokê xwe, lê di heman demê de rûtîn û rêgezên bingehîn binav bikin ku divê ew li gor wan tev bigere. Li vir mêzineke qenc divê. Eger zaroka/zarokê we derbarê her tiştî de bi xwe biryar bide, wê dîsa xwe neewle hîs bike.
  • Dema zaroka/zarokê we tiştên nû diceribîne, wê/wî bihêz bikin. Weke mînak ew dikare bi xwe bi xwe lixwekirina pêlava (sol) xwe, çêkirina pûzelekê, an xwe bi xwe tijîkirina avmêweyekê, bigihêje hesta kontrolê.

Eger nobetên hêrs û qehrê tên zaroka we.

Eger zaroka/zarokê we ji adetê wêdetir diqîre.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Dibe ku beriya bûyera trawamatîk jî nobetên hêrs û qehrê dihatin zaroka/zarokê we. Ew parçeyeke asayî ji pêşveçûna zarok in. Ev bêzarî ye ku mirov nikaribe tiştekî bike, gotinên mirov tune bin tiştekî bibêje, ka mirov çi dixwaze û çi divê.
  • Piştî bûyereke trawmatîk, gelek tişt zaroka/zarokê we mijûl dikin. Lewma jî ew (weka we) hêrs dibe, digrî û diqîre.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Ji zaroka/zarokê xwe re bibêjin, ku hûn wê/wî fêm dikin, ku rewşa heyî zehmet e. Bêjin: „Ku Her tişt xirab dimeşe. Bi rastî jî ecêb e. ne Leyistikên te hene ne jî televizyonek û tu weha hêrsokî yî.“
  • Ji demên dinê cihê, bi xweşbînî li hêrs û qehra zaroka/zarokê xwe binêrin û bira berteka we ji dîsiplînê wêdetir bi dilovanî be. Hûn dê di rastiyê de weha tev negerin, lê hûn niha ne di şert û mercên asayî de ne. Eger zaroka/zarokê we bigrî û biqîre, li ba wî bimînin û pê bidin fêmkirin ku hûn ji bo wê/wî li wê ne. Eger nobetên hêrs û qehrê zêde û bêhempa bibin, divê hûn sînorekî munasib deynin ber zarok.

Eger zaroka/zarokê we li we dide.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Lêdan, ji bo zarokan rêyeke ku pê hêrsa xwe didin der.
  • Eger mezin rê bidin ku zarok li wan bidin, ev yek dikare neewlehiya wan zêdetir bike. Lêdana kesekî/keseke di rastiyê de divê mirov biparêze, dibe sebebê tirsê.
  • Lêdan dikare ji dîtin û ji şopandina mirovên dinê yên ku li hev dane, an didin jî bê.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Her cara ku zaroka/zarokê we li we dide, jê re bibêjin ku ev yek ne tiştekî baş e û weha nabe. Bi destê zaroka/zarokê xwe wisa bigrin ku nikaribe li we xe û wê/wî bidin rûniştandin. Weke mînak bibêjinê: „Ev nebaş e û nabe ku tu li min dixî. Ev tiştekî xeter e. Eger tu lêdanê bikî, divê tu li cîhê xwe rûnê!“
  • Eger zarok di temenekî mezin de be, jê bixwazin ku ew divê bi gotinan ji we re daxwaza xwe bibêje. Jê re bibêjin: „Gotina xwe bêje. Bêje: ,Ez vê lîstikê dixwazim!‘“
  • Alîkariyê bikin ku zarok bikaribin hêrsa xwe bi awayên dinê bînin zimên û bişkînin. (lîstin, bi hev re axaftin, wêne çêkirin).
  • Eger arîşeyên we bi kesên din yên mezin re hebin, divê haya zarokan jê çênebe. Eger pêwîst be, derheq hestên xwe de bi hevalekî/hevalekê re, an bi kesek pispor re xwe biaxivin.

Eger zaroka/zarokê we dibêje: „bicehime, ez ji te nefret dikim!“

Eger zaroka/zarokê we dibêje: „her tişt sûcê te ye!“

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Di rastiyê de arîşeya sereke bûyera trawmatîk bi xwe ye. Lêbelê zaroka/zarokê we hêj biçûk e ku vê yekê rast fêm bike.
  • Eger tişt çewt bibeşin, gelek caran zarok wisa bawer dikin ku diviya dê û bavên wan pêşî li tiştên qewimîne, bigirtana.
  • Ev ne sûcê we ye, lê niha ne wext e ku hûn xwe biparêzin. Pêwîstiya zaroka/zarokê we, bi we heye.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Bibîra xwe bînin, bê çi hat serê zaroka/zarokê we. Niha tiştê zaroka/zarokê we dibêje, ne ew tiştên ku dihizire. Zaroka/zarokê we qehiriye û divê derheq gelek hestên xwe de derê.
  • Di mijara qehrê de, alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin, lê bi baldarî qehr û hêrsê bînin ser bûyera trawamatîk: „Bi rastî tu pir qehiriyî. Gelek tiştên xirab qewimîn. Ez jî qehirîme. Bi rastî jî min dil dikir ku ev hemû tişt neqewimîbûnan, lê carina dê û bav jî nikarin pêşî li hemû xirabiyên diqewimin, bigrin. Ev ji bo me her duyan jî zehmet e.“

Eger zaroka/zarokê we nalîze an naxwaze tiştekî bike.

Eger zaroka/zarokê we wisa xuya dike ku bê hest e (şabûn an xemgînî)

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim

  • Pêwîstiya zaroka/zarokê we, bi we heye. Ewqas tişt qewimîne ku zarok niha xemgîn e, an jî nikare derheq wan de derê.
  • Ku barek di stûyê zarokan de hebe, hin ji wan diqîrin, hin xwe paş ve dikşînin. Lêbelê pêwîstiya hemû zarokan bi kesên ji wan hez dikin, heye.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Bi zaroka/zarokê xwe re rûnên, nêzî hev bin. Jê re bibêjin, ku hûn dê tiştên pêwîst in, bicîh bînin.
  • Eger hûn bikaribin, hestên zaroka/zarokê xwe bi gotinan şîrove bikin. Jê re bibêjin ku xemgînî, hêrs û tirsa wê/wî ji adetê ye. Bibêjinê: „Wisa xuya dike ku tu naxwazî qet tiştekî bikî. Ji xwe dipirsim, bê gelo tu xemgîn î. Temam, tu xemgîn î. Ez dê li gel te bimînim.“
  • Hewl bidin ku hûn tiştekî bi dilê zarok, pê re û bi hev re bikin. (Pirtûkekê bixwînin, bistirên, bi hev re bilîzin).

Eger zaroka/zarokê we pir digrî.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Mihtemel e ku malbata we, ji sebebê bûyera trawmatîk, di nava guhertinên zehmet de be. Tê fêmkirin ku zaroka/zarokê we -bi rewşê- xemgîn be.
  • Eger hûn bihêlin zaroka/zarokê we xemgîn be û hûn bikaribin di ber dilê wê/wî bidin, xemgînî bi temamî jê bidûr nekeve jî ev dê alîkariya wê/wî bike.
  • Eger hûn bi xwe gelek xemgîn bin, divê hûn ji bo xwe li alîkariyê bigerin. Ev dê ji bo we qenc be. Bizanibin ku başî û rehetiya zaroka/zarokê we, bi başî û rehetiya we ve girêdayî ye.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Destûr bidin ku zaroka/zarokê we bikaribe xemgîniya xwe eşkere û îfade bike.
  • Alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin, ku hestên xwe binav û wan fêm bike, bê çima ew wiha hîs dike. (Bibêjê): „Ez bawer im, tu xemgîn î. Gelek tiştên zehmet qewimîn.“
  • Bi baldariyeke zêde alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin. Bi taybet zêde wext bi hev re derbas bikin.
  • Alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin da ku bi hêvî li siberoja xwe binêre. Bi hev re biaxivin, bê dê jiyana wê/wî ji niha pê ve çewa dom bike û çi tiştên baş li benda we ne, weke ku hûn dê bi hev re bigerin, bi hev re biçin baxçeyekî, bi hev re biçin baxçeyê ajalan (heywanan), bi hevalan re bileyizin.
  • Bi henûnî li xwe jî miqate bin.

Eger zaroka/zarokê we bêriya kesên ku piştî bûyera trawamatîk, nema dikare wan bibîne, dike.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Zarokên biçûk nikarin hertim destnîşan bikin, bê ew xwe çewa hîs dikin. Lê bizanibin, ev ji bo wan zehmet e, ku têkiliya wan, bi kesên ji bo wan girîng bûn, qut bibe.
  • Eger mirovekî/miroveke nêzî zaroka/zarokê we bû, bimre, mihtemel e ku zarok berteke bihêz derheq vê bûyera trawmatîk nîşan bide.
  • Zarokên biçûk fêm nakin, bê mirin çi ye û carinan difikirin ku ew kesê mirî dikare bizîvire.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Eger mimkun be, alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin ku bi awayekî bi wan kesên êdî ew nikare wan bibîne, di nava têkiliyekê de be. (Bi rêya wêneyan şandina karteke postayê an jî telefonê).
  • Alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin û derheq mirovên ku nêzî wê/wî bûn, pê re biaxivin.
  • Qebûl bikin, bê çendî zehmet e, mirov nema bikaribe kesên ji wan hez dike, bibîne. Ev xemgînî ye.
  • Heger kesek miribe, pirsên zaroka/zarokê xwe rast û bi zimanekî hêsan, bidin. Eger bertekên wê/wî yên bihêz ji du hefteyan zêdetir dom bikin, lêgera alîkariye pisporî, wê bi feyde be.

Eger zaroka/zarokê we bêriya tiştên ji sebebê bûyera trawmatîk wenda bûne, dike.

Ez ê çewa bikaribim zaroka/zarokê xwe fêm bikim?

  • Eger bûyereke trawmatîk qewimîbe, ku malbatek an civakek jan û azara wê dikşîne, û gelek tişt wenda kirine, mirov dikare bi hêsanî wendabûna, leyistikek an tişetkî din yên weke lihêfeke nermik ku ji bo zarok bi wate ne, nebîne.
  • Şîna ji bo lîstikekê, ji bo zaroka/zarokê we, rêya şîngirtina tiştên bi bûyera trawmatîk, hatiye.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Bihêlin bira zaroka/zarokê we şîn bigre û vê yekê bibêje.Ev xemgînî ye ku zaroka/zarokê we lîstik an lihêfa xwe ya nermik wenda kiriye.
  • Eger mumkin be, tiştek peyda bikin, ku bikeve dewsa lîstik an lihêfa zaroka/zarokê we.
  • Bala zaroka/zarokê xwe bikşînin ser çalakiyên dinê.

Têkelî

Hûn bi xêr hatin ku hûn bi karanîna pêwendiya jêrîn ji me re peyamek bişînin:

Bundespsychotherapeutenkammer (BPtK)

Klosterstraße 64, 10179 Berlin

E-Mail: info@bptk.de

Tel.: 030 278785-0

Fax: 030 278785-44