schule.jpg

Şîretên ji bo dê û bavan, bê hûn dê piştî bûyereke trawmatîk, çewa bikaribin alîkariya zarokên diçin dibistanê (xwendekar in) bikin.

Liv û tevgera zarok: Nezelaliya derbarê tiştê qewimiye

Bertekên dê û bav

  • Her cara ku zaroka/zarokê we derheqê tiştê qewimiye, tiştek ji we bipirse, bersîveke zelal bidinê. Nekevin hûrguliyan. Eger zaroka/zarokê we bitirs be, ku hêj di nava xeterê de ye, jê re bi zelalî berbiçav bikin, ku hûn niha di nava ewlehiyê de ne.
  • Bibîra zarok bînin, ku hin mirov hene ew dê malbata we biparêzin û ku pêwîst be, ew dê alîkariya we bikin.
  • Ji zarok re bibêjin, bê wê ji niha pê ve çi bibe.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Ez dizanim ku zarokên dinê dibêjin, ku wê keraseteke dinê rû bide, lê em niha li cîhekî ewle ne.“
  • Her hemû pirsên zaroka/zarokê xwe bêyî ku hûn xwe aciz bikin, bibersivînin, jê re bibêjin ku hûn di nava ewlehiyê de ne.
  • Eger mimkin be, ji zarok re bibêjin, bê dê ji niha pê ve çi bibe û çi li pêşiya we ye.

Liv û tevgera zarok: Hestên berpirsiyariyê

Zarokên dibistanê dikarin bifikar bin, ku ew ji bo titştê qewimiye sûcdar in û ku wan diviya bikariba pêşî li tiştê qewimiye, bigrin. Dibe ku ew vê fikara xwe ji kesê dinê re nabêjin.

Bertekên dê û bav

  • Derfetê bidin zaroka/zarokê xwe, da ku bikaribe fikarên xwe ji we re bibêje.
  • Zaroka/zarokê xwe piştrast bikin, ku ti sûcê wê/wî di vê yekê de tune ye..

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Zaroka/zarokê xwe bînin aliyekî. Jê re bibêjin: „Piştî kerasetekê gelek zarok û dê û bav jî, dipirsin ‚Min dikaribû çi cuda bikira‘? ,an jî‘ Diviya min tiştek bikira.‘ Lêbelê ev nayê wê wateyê ku bi rastî jî sûcê wan e.“
  • Bibêjin: „Kesî nedikarî Kalo ji mirinê rizgar bike. Ev ne sûcê te bû.“

Liv û tevgera zarok: Tirsa dubarebûna bûyerê û giranbûna bîranînan

Bertekên dê û bav

  • Alîkariya zarok bikin ku bikaribe, rewşên bûyera trawmatîk bibîra wê tîne, nas bike. (Weke mînak: mirov, cîh, deng, bêhn, hest, danên rojê). Ferqên di navbera kerasetê û bîranîna piştî wê û bi wê ve girêdayî, berbiçav bikin.
  • Heta pêwîst be, piştrast bikin ku ew di nava ewlehiyê de ye.
  • Zaroka/zarokê xwe ji temaşekirina weşanên ku dikarin tirsa ku dê keraset dubare bibe, têxe dilê wan, biparêzin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Eger zaroka/zarokê we tê digihîje ku keraset bibîra wê/wî tê, jê re bibêjin: „Dema ez nûçeyên derbarê welatê xwe de dibihîzim, ji sebebê xaniyê me yê xirabûyî tînin bîra min, ez xemgîn dibim. Lê em niha li welatekî dinê di nava ewlehiyê de ne.“
  • „Ez bawer im ku divê em niha navberkekê bidin Înternetê.“
  • Tevî zarok li nûçeyan temaşe bikin û jê bixwazin ku ew bibêje, bê we çi di nûçeyan de dît. Ku şaşfêmkirinek hebe, zelal bikin.

Liv û tevgera zarok: Misêwa vegotina bûyerê an jî lîstina lîstikên li ser wê

Bertekên dê û bav

  • Rê bidin ku zarok bûyerê vebêje û lîstikên bi wê ve girêdayî bilîze. Bira bizanibe, ku ev liv û tevger asayî ne.
  • Di lîstik û resimandinê de, çareseriyên erênî bidin berê.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Tu di derbarê tiştê qewimiye de, gelek wêneyan çêdikî. Te dizanî, ku gelek zarok weha dikin?‘‘
  • „Dikare ji te re bibe alîkar, ku tu biresimînî, bê mirov çewa dikarin dîsa aşitiyê çêkin.“

Liv û tevgera zarok: Tirsa di bin hestan de bipelçiqe

Bertekên dê û bav

  • Cîhekî ewle, ku zaroka/zarokê we li wê bikaribe; tirs, qehr, hêrs, xemgîniya xwe îfade bike, pêşkêşî wê/wî bikin. Destûr bidin bira zarok bigrî, an jî xemgîn bibe. Ne li bendê bin ku divê ew wêrek û bihêz be.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Eger tiştên tirs ji wan çêdibin diqewimin, hestên mirov bilind dibin, weke mînak dibe ku mirov ji herkesî biqehire an pir xemgîn bibe. Tu dixwazî li vê û tevî lihêfekê rûniştî bî, heta careke din bêhna te derê?“

Liv û tevgera zarok: Bêxewî

Xewnên bitirs, tirsa bi tenê razanê, an jî daxwaza razana li ba dê û bav

Bertekên dê û bav

  • Bihêlin bira zaroka/zarokê we ji we re qala xewna xwe ya bitirs bike. Jê re bibêjin ku xewnên weha asayî ne û dê rojekê dawî li wan bê. Li hûrgiliyên naveroka xewnên zaroka/ zarokê xwe nepirsin.
  • Guhertinên demî yên dema xewê, ji adetê ne. Bi zarok re planekê çêkin, bê hûn dê çewa û kengî dîsa weke berê bikevin xewê.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Ev xewneke tirsdêr bû. Bihêle em bi hin tiştên xweş bifikirin, ku tu dikarî wan di xewna xwe de bibînî. Ez ê heta tu di xew de biçî, pişta te miz bidim.“
  • „Tu dikarî di şevên pêşiya me de, di nava nivînên me de rakevî. Paşê em dê beriya tu bikevî xewê, zêdetir wext bi te re û di nava nivînên te de derbas bikin. Eger hêj tu bitrirsî, em dikarin li serê biaxivin.“

Liv û tevgera zarok: Metirsiya ji bo ewlehiya we û kesên dinê

Bertekên dê û bav

  • Alîkariya zaroka xwe bikin, ku metirsiyên xwe ji we re bibêje û agahiyên rast bidin zarok.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • ‘Qutiyeke metirsiyan‘‘ çêbikin, ku zaroka/zarokê we metirsiyên xwe binivîse û têxe wê. Hûn jî di demên destnîşankirî de lê binêrin. Arîşeyên hene çareser bikin û bersîvan ji bo metirsiyan bibînin.

Liv û tevgera zarok: Guhertina di liv û tevgerê de

Êrîşkariyeke ne ji adetê an liv û tevgera nearam.

Bertekên dê û bav

  • Zaroka/zarokê xwe ji bo çalakiyên dema serbest û tevgerê teşwîq bikin, ku bi saya wan ji hest û hêvîşikestinê bidûrkeve.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Min dizanibû ku te nedixwest, derî weha bi hêrs bigrî. Divê zehmet be ku mirov wisa xwe qehirî hîs bike.“
  • „Em dixwazin bigerin? Carina tevger alîkariya mirov dike, ku mirov derheq hestên bihêz de derê.“

Liv û tevgera zarok: Nerehetiya laş (fizîkî)

Serêş, zikêş û êşa masûlkeya (edale) ku ji bo wan sebebê tibî tune bin.

Bertekên dê û bav

  • Derxin holê, bê gelo sebebeke tibî ji bo êşan heye. Eger sebebeke tibî tune be, di ber dilê zarok bidin û teqez bikin ku ev dikare berteka ji adetê, yê bûyera xerab be.
  • Bi zaroka/zarokê xwe re henûn bin. (Lê) Eger hûn zêde guh bidin van êşên ku ne ji sebeke tibî ne, dikarin ev êş zêdetir bibin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Hewl bidin, ku zaroka/zarokê we têra xwe razê, xwarinên bi sihet bixwe, pir avê vexwe û têra xwe hereket bike.
  • „Dixwazî em bi hev re li wê rûnên? Eger tu xwe baştir hîs bikî, ji min re bibêje, em dikarin axirê bi kartan (kaxez) bilîzin.“

Çavdêriyeke tam, bê bertekên dê û bav yên derheqê bûyera trawmatîk çi ne.

Zarok naxwazin bi metirsiyên xwe ji dê û bav re bibin barekî zêde.

Bertekên dê û bav

  • Derfetê bidin zarok ku li ser hestên xwe û herweha yên we biaxive.
  • Heta ji destê we tê, rehet bin da ku metirsiyên zarok zêde nebin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Belê, gozeka min şikest, lê piştî doktor ew pêça, baştir e. Diyar e dema te dît ez birîndar im, tu tirsiyayî, ne?“

Liv û tevgera zarok: Metirsiya ji bo goriyên dinê û yên malbatê

Bertekên dê û bav

  • Jiber dixwaze alîkariya kesên dinê bike, piştgiriya zaroka/zarokê xwe bikin. Lê divê ew xwe weke mezinekî hîs neke ku ew berpirsiyarê hin tişta ye.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Alîkariya zarokan bikin ku ew projeyên guncav û girîng bibînin. (Weke mînak; Miqatebûna zarokên biçûk).

Têkelî

Hûn bi xêr hatin ku hûn bi karanîna pêwendiya jêrîn ji me re peyamek bişînin:

Bundespsychotherapeutenkammer (BPtK)

Klosterstraße 64, 10179 Berlin

E-Mail: info@bptk.de

Tel.: 030 278785-0

Fax: 030 278785-44