vorschule.jpg

Şîretên ji bo dê û bavan, bê hûn dê piştî bûyereke trawmatîk çewa bikaribin alîkariya zarokên beriya (hêj dest bi) dibistanê (nekirine), bikin.

Liv û tevgera zarok: Neçarî û pasîfbûn (neçalakbûn)

Zarokên biçûk dizanin ku ew nikarin xwe bi xwe biparêzin. Eger kerasetek biqewime, xwe zêdetir neçar dibînin. Ew dixwazin pê bawer bin ku dê û bavê wan dikarin wan biparêzin. Mihtemel e ku vê yekê bi bêdengî û hêrseke ji adetê zêdetir, didin der.

Bertekên dê û bav

  • Bidin ber dilê zaroka/zaroka xwe û derfeta bêhnvedan û rehetbûnê, xwarin û vexwarinê û herweha lîstik, wêneçêkirin û rengkirinê bidinê.
  • Ji nişka ve derfeta resimandin an lîstikên derheq bûyera trawmatîk, pêkêşî zaroka/zarokê xwe bikin, da ku ew xwe baştir û ewletir hîs bike.
  • Baweriyê bidin zaroka/zarokê xwe, ku hûn û mezinên dinê dê wê/wî biparêzin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Zaroka/zarokê xwe misêwa himbêz bikin, bi destê wê/wî bigrin û deynin ser çokên xwe.
  • Cîhekî bi taybet ewle peyda bikin ku zarok bikaribe di bin çavdêriyê de bileyize.
  • Di lîstikeke bi zarokeke çar salî re, agir bi dîwarên ji tuxleyan (kerpîçan) tê xistin. Dema jê tê pirsîn, bê gelo: „Ew dê çewa bikaribe dîwarên xênî ji agir biparêze?“, Qîzik (keçik) bilez dîwarekî du cara qalindtir ava dike û dibêje: „Agir dê nikaribe bighêje me“. Dê û bav dikarin wisa bersîv bidin: „Ev dîwar bi rastî jî bihêz e. Em ji bo ewlehiya xwe gelek tiştan dikin“.

Liv û tevgera zarok: Tirsa giştî

Zarokên biçûk dikarin ji rewşên weke: Bitenêbûnê, ji bûna li serşokê, ji çûna nava nivînan an jî bi sebeb û awayeke din ji veqetandina ji dê û bav, bikevin nava tirsê. Zarok dixwazin bawer bikin, ku dê û bavê wan, dikarin wan di hemû rewşan de biparêzin û mezinên dinê, weke perwerdekar û polîs (asayîş), jî li wê ne da ku alîkariya wan bikin.

Bertekên dê û bav

  • Li gel zaroka/zarokê xwe bi qasî mimkun be, rehet û aram bin. Hewl nedin, ku hûn li ba zarok behsa tirs û metirsiyên xwe bikin.
  • Alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin, bira baweriya wê/wî bi we hebe, ku hûn dê dev ji wê/ wî bernedin û wê/wî biparêzin.
  • Bi bîra zaroka/zarokê xwe bînin, ku hin mirov hene, hewl didin malbata we biparêzin û malbata we, dê di demên pêwîst de alîkariyê wergire.
  • Eger hûn bicîhekî ve herin, ji zaroka/zarokê xwe re misoger bikin, ku hûn dê dîsa vegerin.
  • Derfetê bidin zarok, ku bikaribe tirsa xwe ji we re bibêje.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Hay jê hebin ku dema hûn bi kesên dinê re diaxivin, an bi telefonê diaxivin, zaroka/zarokê we guhdarî li tirs û metirsiyên we neke.
  • Tiştên weke: „Em niha ewle ne û xelk hewl dide ku em ewle bin, da ku em baş bin“, biibêjin.
  • Bibêjin: „Eger tu bitirsî, were cem min û bi destê min bigre. Ez ê weha bizanibim, ku tu dil dikî tiştekî ji min re bibêjî.“

Liv û tevgera zarok: Nezelaliya derbasbûna xeterê

Zarokên biçûk dikarin ji tiştên ew ji mezinan, ji zarokên dinê, ji televizyonê dibihîzin, an yên xeyalî bawerî bidin xwe, ku tiştên çêbûyî careke din dibin. Ew carinan xetereke di rastiyê de dûrî wan jî weke xetereke nêzî xwe qebûl dikin.

Bertekên dê û bav

  • Eger pêwîst be, her roj tarîfên sade bikin. Kontrol bikin, bê gelo peyvên hûn bikartînin, ji aliyê zaroka/zarokê we tên fêmkirin.
  • Tesbît bikin, bê zaroka/zarokê we wekî din çi şîrove û peyvên dinê bihîstiye û nezelalî û çewttêgihîştinan ji holê rakin.
  • Eger hûn ji xeterê dûr bin, girîng e ku hûn ji zaroka/zarokê xwe re bibêjin, ku xeterî ne nêzî we ye.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Bi caran ji zaroka/zarokê re bibêjin ku hûn ji devera xeterê derketine.
  • Bi alîkariya nexşeyekê (xerîte) an jî bi çêkirina sûretekî, nîşanî zarok bidin, bê hûn ji devera kerasetê çiqas dûr in û di nava ewlehiyê de ne. Bibêjinê: „Dibînî? Devera kerasetê li wê bû, lê em niha li vê ne, em pir dûrî wê û li devereke ewle ne.“

Liv û tevgera zarok: Vegera liv û tevgerên berê

Mijinadina tiliya beranî, di nava nivînan de mîzkirin, axaftina weke pitikan (zarokên biçûk), daxwaza rûniştina li ser çokên dê û bav.

Bertekên dê û bav

  • Heta ji destê we bê, bêalî û li gorî rewşê tev bigerin. Ev liv û tevgera zaroka/zarokê we ya bi kerasetê ve girêdayî, dikare demeke din jî dom bike.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Eger zaroka/zarokê we nivînên xwe şil kiribe, bêşîrove rûnivînan û kincên (cil û berg) zarok biguherînin. Nehêlin kesek dinê zaroka/zarokê we jiber bin xwe şil kiriye rexne bike, an pê re bixeyide.

Liv û tevgera zarok: Tirsa dê xeterî vegere

di rewşên ku zarok di wan de kerasetê bibîra xwe tînin - bi tiştên ew dibînin, dibihîzin an hîs dikin-

Bertekên dê û bav

  • Ferqa navbera bûyer û bîranînan berbiçav bikin.
  • Heta mimkun be, zaroka/zarokê xwe ji tiştên ku bûyerê bibîra wê/wî tîne, biparêzin.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • „Herçi di tifikê de agir pêketî ye, ev nayê wê wateyê ku dê mala me careke din bişewite. Em vî agirî kontrol dikin. Ev agir ji yê wê demê pir lawaztir e û nikare zirarê bide me.‘‘
  • Rê nedin ku zarok di televizyonê, radyo an di înternetê de derbarê kerasetê de tiştan bibihîze an wêneyan bibîne ku dikarin bibin sebebê tirsa keraseteke nû.

Liv û tevgera zarok: Bêdengî

Zarok bêdeng dimîne an jê re zehmet e ya di dilê xwe de bibêje.

Bertekên dê û bav

  • Hestên ku dikarin di rewşên weha de bi zarokan re hebin, tarîf bikin, weke hêrs, qehr, xemgînî an metirsiya derbarê ewlehiya dê û bav, heval, xwişk û birayan de.
  • Zext li zarok mekin ku biaxive, lê bira bizanibe ku hertim dikare bi we re biaxive.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Li ser lewheyên karton ji bo hestên cuda‚ ,smileys‘ an biresmînin. Ji bo her rûçikekî kurteçîrokekê vebêjin, weke: „Tê bîra te dema te pêta pêşî ya agir dît, rûçikê te çewa metirsîdar bû?‘‘
  • Tiştê weke: „Eger xêniyê wan xira bibe, zarok dikarin gelek xemgîn bibin.‘‘
  • Alavên lîstikan û destkariyê amade bikin, zarok ku bi wan bikaribe hestên xwe diyar bike. Ji bo hûn bikaribin bizanibin bê zaroka/zarokê we xwe çewa hîs dike, peyvên hestiyar bikar bînin: „Ev wêne, bi rastî jî wêneyekî tirsdêr e. Dema te agir dît, tu tirsiyayî?‘‘

Liv û tevgera zarok: Bêxewî

Tirsa ji sebebê bi şev razana bi tenê, an bi tenebûnê, tirsa di xewê de an dîtina xewnên bitirs.

Bertekên dê û bav

  • Zaroka/zarokê xwe piştrast bikin ku ew di nava ewlehiyê de ye. Hewl bidin ku dema çûna nava nivînan ku hûn bi aweyeke bênfireh, bi zarok re bin.
  • Eger mimkun be, bira zaroka/zarokê we ji bo demekê û di ronahiyeke kêm de, li ba we û di nava nivînên we de razê.
  • Pêwîstiya hin zarokan bi destnîşankirina ferqên di navbera xewn û rastiyê de, heye.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Hay jê hebin ku beriya zaroka/zarokê we biçe nava nivînan, tiştên wê/wî rehet dikin, bikin. Jê re çîrokeke ku jê hez dike bi aweyeke aram vebêjin.
  • Di dema razanê de jê re bibêjin: „Tu dikarî îşev bi me re rakevî, lê sibê tê di nava nivînên xwe de rakevî“
  • Jê re bibêjin, ku: „Bibîranîna tiştên xerab dikarin demeke dirêj bibin sebebê xewnên bitirs, herçi ku ew tişt êdî nema diqewimin jî.“

Liv û tevgera zarok: Tênegihiştina mirinê

Zarokên hêj dest bi dibistanê nekirine, tê nagihêjin ku mirov nikare mirinê paş ve bibe. Fikrên wan yên ,sêhrbazî‘ hene, ew dikarin bawer bikin, ku fikrên wan dibin sebebê mirinê. Mirina heywanekî malê jî dikare ji bo wan pir dijwar be.

Bertekên dê û bav

  • Li gorî temenê zarok, bi awayekî dikare fêm bike, rastiya mirinê pê bidin fêmkirin, da ku pêşî li hêviyên şaş were girtin.
  • Eger heywanekî malê miribe, an jî zarok leyistikeke xwe ya taybet wenda kiribe, hestên zarok biçûk nebînin.
  • Hay ji wan tiştan hebin, ku dikarin diyarde bin, ku zaroka/zarokê we dixwaze tiştekî bizanibe.

Dê û bav dikarin çi bikin an çi bibêjin?

  • Eger mimkin be, derfetê bidin zaroka/zarokê xwe ku beşdarî şîna civakî an jî ya olî bibe.
  • Alîkariya zarok bikin da ku ew çewa dixwaze, wisa xatir ji mirî bixwaze. Dikare sûretê serpêhatiyeke xweş çêke, dikare findekê pêxe, an jî dikare diayekê ji bo mirî bike.
  • „Na, dê Kalo paş ve neyê. Lê em dikarin bi wî bifikirin, li ser wî biaxivin û wî bi bibîra xwe bînin.“
  • „Kesî nedikarî Kalo ji mirinê rizgar bike. Ev ne şaşiya te bû. Tu gelekî bêriya wî dikî.“

Têkelî

Hûn bi xêr hatin ku hûn bi karanîna pêwendiya jêrîn ji me re peyamek bişînin:

Bundespsychotherapeutenkammer (BPtK)

Klosterstraße 64, 10179 Berlin

E-Mail: info@bptk.de

Tel.: 030 278785-0

Fax: 030 278785-44