trost-white.jpg

Ez dê çewa alîkariya zaroka xwe ya trawmatîk bikim?

Hûn ji welatê xwe reviyane, belkî ji sebebê wêrankirina welatê xwe, belkî ji sebebê şer. We terka mala xwe ya hûn û malbata xwe lê dijiyan kiriye. Pirê caran, hûn di ser rêyên gelekî zehmet re hatine Almanyayê. Mihtemel e ku jiber jiyana we û jiyana zarokên we di bin gefê û xeterê de bû, hûn reviyan. Ew kesê tirs û neewlehiyê dibîne, carina demeke dirêj wan bibîra xwe tîne. Berî her tiştekî, wêneyên/sûretên bûyerên xeter bi hêsanî nayên jibîrkirin. Tirsa bi wan ve girêdayî hê di laş û hişê mirov de ye. Ev yek li gel her însanî weha ye. Lê carinan bîranîn heta bi heta dimînin, dijîn. Eger mirov gef û metirsiyên ne ji adetê jiya be, ev dikare bibe sebebê birînên derûnî-psîkolojîk- jî. Tedawîkarên derûnî (Dermankarên psîkolojîk) vê yekê weke‚ „Trawma“ binav dikin. Wateya gotina „Trawma“ yê; „Birîn“ e. Bibîranîna bûyereke xirab, carna weke birîneke di laş de dişewite. Ev birîn herweha, ji birînên dinê yên mirov heta wê demê ew nas kirine, cihê ne. Dema mirov rewşên bi gef û metirsî bibîra xwe tîne, weke ku mirov dîsa di wê rewşa metirsîdar de be. Qet ne wisa ye ku tiştên mirov jiyaye, di dema borî de mane. Mirov dibêje qey, tiştên hatine serê mirov, bibîranîna wan, dîsa paş ve vedigerin. Bîranîn hertim qels nabin, bileks bihêz û jîndar dimînin. Bîranîn û serpêhatiyên weha, zehmet dikin ku mirov jiyaneke ji adetê bimeşîne. Dikare rewşa zarokên we jî wisa be. Dibe ku we guhertinên-di zarokên we de- ferq kiribin. Belkî zaroka/zarokê we bizdokî bûye. Belkî -bi şev- baş ranakeve û ji xewnên nebaş şiyar dibe. Zarok û ciwan bi taybet hesas in û dikarin bi taybet ji serpêhatiyên metirsîdar bibehitin. Bertekên - reaksiyon- zarok û ciwanan derheq bûyerên ji hêza wan zêdetir, gelek cihê ne û her yek, li gorî xwe bertekekê nîşan dide. Hin xwe paş de dikşînin. Ew têk çûne -şikestine- û xemgîn in. Hinên dinê ne aram, ne tebitî û ji berê çalaktir dibin. Zarokên mezin ji nişka ve, weke zarokên biçûk tev digerin. Carina bi şev di nava nivînên xwe de dikin. Hin zarokên dinê dil dikin her tiştekî bi xwe taîn bikin, her tiştek di bin kontrola wan de be. Zarokên hîn mezintir û ciwan carina dibêjin, ku ew bi siberojê -pêşerojê- ne bawer in. Ew dibêjin; Ew dê mezin û kal û pîr nebin.

Dê û bav çewa dikarin alîkarî bikin?

Bi qasî hûn dikarin, hesta ku ew -zaroka/zarokê we- di nava ewlehiyê û rewşeke baş de ye, bidine wan. Dema -zaroka/zarokê we- bitirse, xweşbîn bin. Jê re bibêjin, ku hûn wî/wê fêm dikin, bê ew xwe çewa hîs dike. Jê re zelal bikin, ku divê ew êdî netirse. Jê re bibêjin, ku şer-herb- gelekî dûr e û ew li vir ne dibin gefa şer de ye. Nîşanî zaroka/zarokê xwe bidin, ku hûn hez jê dikin û bi dilxweşî pê re ne. Bi zaroka/zarokê xwe re bin û heta mimkun be, wan li derûdoreke nenas bi tenê nehêlin. Tiştê herî zêde ji zaroka/zarokê we re pêwîst e, ewlekarî ye. Jiber zarokek nikare bûyerên dilşewat jibîr bike, divê zext lê neyên kirin. Ew nikare li aliyekî xwe bixwe û li aliyê din jî normal tev bigere. Eger ew bixwaze jî, ew nikare ji serpêhatiyên-bîranînên- xwe bireve. Zarokeke bîranînên wê dev jê bernadin, divê tevî hestên xwe were qebûlkirin. -Tenê dema- ew bixwaze, divê ew hestên xwe îfade-rave-bike. Divê ew bikaribe bigrî û hêrs bibe. Ku zarok hîs bike ji bo hizr û hestên xwe veşêre, fişar li serê heye, ev hizr û hest werê bi hêsanî wenda nabin. Ew dê hê jî li wê bin. Lêbelê dê ji bo zarok jiyaneke bi hev re, zeh-mettir be. Ku zarokên biçûk dilîzin, ew carinan tiştên hatine serê wan û wan dîtiye, dikin lîstik û wisa dilîzin. Lîstika wan nebirin. Lîstik alîkariya zarok dike ku ji derheq serpêhatiyên xwe derê. Ku zaroka/zarokê we xwe gelekî paş ve dikşîne, hûn dikarin hewl bidin bi nermî, li ser serpêhatiyên wî, pê re biaxivin. Hûn dikarin di heman demê de jê bixwazin ku wêneyekî-sûretekî serpêhatiyên xwe çêbike. Lêbelê ku zaroka/zarokê we bi hefte û mehan di rewşeke wisa de bimîne, di rewşeke ku hûn wê/wî weha nas nakin, divê hûn serî li pisporekî bidin. Divê pisporekî weha be ku dizane, bê ew dê çewa bi zarok û ciwanên derûniya wan êşiyaye, birîndar bûye, bide û bistîne. Pisporên wisa li Almanyayê weke: Tedawîkarên derûnî yên zarok û ciwanan û herweha, Tedawîkarên psîkiyatrîstên – doktorê derûnînas – zarok û ciwanan, têne binavkirin. Hûn dixwazin zêdetir bizanibin, bê hûn dê çewa alîkariya zaroka/zarokê xwe bikin, hûn dikarin agahiyên li jêr bixwînin. Ev agahî li gorî temenê zarokan ji hev hatine veqetandin.

Şîret ji aliyê koma temenê

Kleinkinder

kleinkind.jpg

Vorschulkinder

vorschule.jpg

Schulkinder

schule.jpg

Jugendliche

jugendliche.jpg

Têkelî

Hûn bi xêr hatin ku hûn bi karanîna pêwendiya jêrîn ji me re peyamek bişînin:

Bundespsychotherapeutenkammer (BPtK)

Klosterstraße 64, 10179 Berlin

E-Mail: info@bptk.de

Tel.: 030 278785-0

Fax: 030 278785-44